Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump egera alîkariya malî ya Amerîka bo rêjîma Îranê red kir

10:50 - 29 Hezîran 2025

Serkomarê Amerîka, raporên li derheq egera alîkariya 30 milyard Dolarî ya Amerîka bi rêjîma Îranê bi armanca avakirina bernameyeke aştîxwazaneya navkî red kir, û ew bi çewt binav kir.

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de raporên li derheq egera alîkariya 30 milyard Dolarî ya Amerîka bi rêjîma Îranê bi armanca avakirina bernameyeke aştîxwazane ya navkî red kir û ew bi nûçeyek çewt binav kir.

Pêştir nûçegihaniyên “CNN û NBC” yên Amerîkayê bi belavkirina raporekê îdia kiribûn ku dewleta Amerîkayê li rojên dawî, handerên aborî bo rêjîma Îranê li hember sekinandin a meyandina Uraniyomê kirine.

Navbirî li vê peyamê de bi tekezî ragihand: “Çi kesekê li ragihandinên nûçeyên çewt de dibêje ku Serkomar Trump dixwaze 30 milyard Dolar bide rêjîma Îranê ku beranmeya ne-serbazî ava bike, min ti car hizrek wiha cihê henekan nebihîstibû”.