
Senaya Amerîka terha Dêmokratên Amerîkayê bo sînordarkirina çarçoveya biryardanên şer ên Donald Trump red kir û destê Donal Trump bo her cure biryardanek serbazî, bi tevavî vekirî hêla.
Dêmokratên Senaya Amerîkayê bi dana reşnivîsekê bi Senaya Amerîkayê daxwaza sînordarkirina çarçoveya biryardanên şer ên Donald Trump bo rêgirîkirin ji beşdariya hêzên Amerîka li operasiyonên şer ên dijî rêjîma Îranê bê biryara Kongireya Amerîkayê, red kir.
Ev reşnivîs ji aliyê “Tîm Kîn” ê Senatorê Dêmokrat yê eyaleta Vîrcîniyayê hatibû pêşkêşkirin û bi 53 dengên “NE” li hember “47” dengên “ERÊ” hate redkirin.
Donald Trump bi tekezî ragihand ku bo her êrîşeke dobare bo ser rêjîma Îranê, bê guman dê vê yekê encam bide.
Niha Donald Trump, bê biryar û îzna Kongireya Amerîkayê, şiyana her biryardaneke serbazî heye.