Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgehên rêjîmê de 3 girtiyên din jî hatine bidarvekirin.

11:50 - 4 Hezîran 2025

Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, 3 girtî ku pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser dehatibû sepandin, hatine bidarvekirin.

Pêka raporên belav bûyî û li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, girtiyekî xelkê gundê “Gejên”ê ser bi bajarê Urmiyê yê bi navê “Nasir Nebîzade” li sibêdeha roja Duşemî 12ê Cozerdanê, li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Urmiyê hate bidarvekirin.

Ew welatiyê xelkê gundê “Gejên”ê, pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê rêjîmê ve hatibû dadgehîkirin û sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Herwisa li vê rojê de 2 girtiyên xelkê bajarê Kûhdeştê yên bi navên “Elî Keremînesr û Elîriza Şehbazî” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Ew welatiyên Lur pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên Hişber hatibûne dadgehîkirin û sizaya bidxarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Rêjîma Îranê bidarvekirina girtiyan û herwisa sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina xelkê bi taybet xelkê “Kurd û Belûç” bi kar tîne.