Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirinên xosrane ya welatiyên Kurd ji aliyê rêjîmê ve berdewam in

12:28 - 30 Hezîran 2025

Li berdewamiya binçavkirinên xoserane ya welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, çendîn ciwanên din ên kurd li bajarê Urmiye û Merîwanê de hatine girtin.

Pêka rapora Hengawê, li roja Yekşemî 8ê Pûşperê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li bajarê Merîwanê de bi awayekî xosearne û bê belgeya yasayî, “Ehsen Osmanî, Hemze Osmanî, Omîd Baxe, Ebdula Baxe û Ramyar Rizayî”, ên xelkê gundê “Derenaxî” ser bi bajarê Merîwanê, li mala wan de binçav kirine û malên wan jî vekolîne.

Herwisa li 4ê Pûşperê, piştî agirbesta li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, welatiyekî xelkê gundê “Hesnawa”yê ser bi devera “Soma” ya bajarê Urmiyê, yê bi navê “Elîriza Xalidî” temen 22 salî, ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve hatiye girtin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.