Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ên îtilaat rêjîmê, 2 ciwanên Kurd li Şino û Qesrê Şîrînê de binçav kirin

13:37 - 30 Hezîran 2025

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên hov ên îtilaat rêjîmê li sibêdeha roja Yekşemî 8ê Pûşperê, bi awayê xoserane êrîşkirine ser mala “Kamyar(Kemal) Oqabî”, xelkê gundê “Balagîr”ê û çalakvanê jîngehparêz û endamê Encumena Jîngehparêziya “Jînko” ya bajarê Şinoyê û bi tundûtîjiyeke hovane, binçav kirine.

Pêka rapora Kurdpayê, zêdetir ji 15 kes ji hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bi kincên medenî û maskê xwe avêtine nav mala wî welatiyê Kurd û bisedema tundîtijiya hovaneya wan hêzan, rewşa tendirustiya dayîka wî welatiyê Kurd têk çoye ku bo nexweşxanê hatiye veguhastin.

Herwisa welatiyekî din ê xelkê bajarê “Serpila Zehaw”, yê bi navê “Esker Necefî”, çend rojan berî niha li cihê karî wî li bazarçeya “Qesrê Şîrîn”ê de bi awayê xoserane û bê belgeya dadgehê, hatiye girtin.

Ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd û cihê ragirtina wan, li ber dest nîne.