Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê careke din bi rêjîma Îranê huşdarî da

11:56 - 4 Hezîran 2025

Koşka Sipî bi rêjîma Îranê huşdarî da ku hekî pêşniyarên Amerîkayê erê neke dibe li benda paşhatên gelek dijwar ên erênekirinê be.

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê tevî tekezî bi sere nemana tevav a meyandina Uraniyom a rêjîma Îranê wek pêşmerca Amerîka bo her cure lihevkirinek digel rêjîma Îranê ragihand ku bi ti awayek rêjîma Îranê nabe bernameya meyandin a Uraniyomê hebe.

Ji aliyê din ve Koşka Sipî bi rêjîma Îranê Huşdarî da ku dibe rêjîma Îranê pêşniyarên Amerîka ku bi rêya “Steven Witkoff” ve bo rêjîma Îranê hatine şandin bi tevavî erê bike nekû dibe li benda paşatên gelek dijwar ên vê erênekirinê be.

Koşka Sipî li vê daxuyaniya Fermî de ragihand ku niha top li meydana Îranê de ye û dibe rêjîm, bersivê bide.

Herwisa Koşka Sipî û Donald Trump, idiaya rojnameya “AXIOS”  li derheq dana derfet bi rêjîma Îranê bo meyandina sînordar, bi tevavî red kirin û ragihandin ku biryar rohn e û bi rêjîma Îranê jî hatiye ragihandin ku bi ti awayek nabe bernameya meyandin a Uraniyomê hebe.

Ji aliyê din ve rojanmeya “New York Times” ji zimanê çavkaniyên Îranî û Ewropayî ve ragihand ku Donald Trump, pêşniyara meyandina demkî ya Uraniyomê daye rêjîma Îranê.

Herwisa Elî Xamineyê, rêberê rêjîmê islamiya Îranê li roja Çarşemî 14ê Cozerdanê tekezî li ser meyandina Uraniyom li Îranê de kir û pêşniyara Amerîka bi “dijî geşe û pêşkevtina Îranê” binav kir.

Rojnamaya “AXIOS” a Amerîkayê ji zimanê berpirsekî rêjîma Îranê ve daye zanîn ku rêjîma Îranê li derheq egera pêşniyarkirin a tevlîbûn bi konsersiyom a meyandina Uraniyomê jî gotiye ku hekî karê konsersiyomê li Îranê de be, renge rêjîm bixwaze vê yekê bo lêkolînê berçav bigre lê li derveyî Îranê bi ti awayek vê konsersiyomê, erê nake.