
Girtiyekî siyasiyê berê yê xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora “Hengaw”ê, “Mecîd Deryayî”, girtiyê berê yê siyasî, ji aliyê taya 101 a dadgeha sizakirina 2 a rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi tohmeta “Çalakiya teblîxî bo berjewendiya girûpên dijberî rêjîmê” salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Navbirî li 20ê Xakelêweya sala 1404 a rojî de bo dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê hatibû banghêjkirin û tohmeta sepandî bi ser wî welatiyê kurd de bi wî hatibû ragihandin.
Mecîd Deryayî, li rêbendana 1397 a Rojî de digel 19 welatiyên din ên xelkê bajarê Şinoyê hatibû binçavkirin û piştî 3 hev ragirtin li girtîgehên rêjîmê, bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî, bi awayê demkî hatibû azadkirin.
Herwisa ew welatiyê Kurd li sala 1397 a Rojî de ji aliyê dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi tohmeta hevkarî digel “Hizbek dijberî rêjîmê” 2 sal 6 hev girtîgeh bi ser d e hatibû sepandin ku li dadgeha poêdeçonê de bo 3 heyv û 10 roj girtîgeh hate kêmkirin.
Ew girtiyê siyasiyê Kurd li roja Şemî 12ê Gelawêja 1398 a Rojî, ji aliyê rêjîmê ve hatibû girtin û piştî derbaskirina heyama girtîgehê, ji girtîhgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, hate azadkirin.