Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyama sînordar a danûstandina Amerîka û rêjîma Îranê bi dawî tê

11:36 - 5 Hezîran 2025

Serkomarê Amerîka ragihand ku rêjîma Îranê, demê bi heder dide, ew dem sînordar e kêm maye ku bi dawî bê, ji aliyê din ve rêberê rêjîma Îranê careke din meyandina Uraniyomê bi hêla sor û mafê rêjîmê binav kir.

Serkomarê Amerîka Donald Trump, piştî pêwendiya têlêfonî digel Viladêmîr Pûtîn ê Serkomarê Rûsiyê ragihand ku dem bo biryardana rêjîma Îranê li ser bernameya navkî bi dawî dibe û rêjîma Îranê demê bi zanebûn bi heder dide, me demek gelek kêm heye û me hewcehî bi bersivdana rêjîmê li vê dema kêm de heye.

Donald Trump ragihand ku Rûsiye û Amerîka li derheq beranmeya navkî ya rêjîmê Îranê hevalî û hevhizr in.

Ji aliyê din ve Elî Xamineyî tevê redkirina pêşniyarên Amerîkayê, bi zimanek kirêt got ku bersiva me bi gotinên betal ên Amerîkayê xuya ye û ew ti karekî li dijî me nikare bike.

Herwisa rêberê rêjîma Îranê got ku gotina yekem a Amerîkayê nemana bernameya navkî ye.

Tê xuya ku Amerîka bi ti awayek amade nîne hebûna bernameya meyandina Uraniyom li Îranê erê bike û rêjîma Îranê jî amade nîne dest ji meyandina Uraniyomê berde.

Koşka Sipî li vê derheqê de ragihandibû ku li egera bersiva nerênî ya rêjîmê Îranê, dibe rêjîm li benda paşhatên gelek dijwar be.