Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê pîlanên gemar bo şikandina mangirtina ajotvanan bi rê ve dibe

11:43 - 5 Hezîran 2025

Piştî mangirtina ajotvan û xwediyên kamiyonan û tevlîbûna ajotvanên cuda yên maşînên barhilgir û rêvîngî û berfirehbûna vê mangirtinê li zêdetir ji 160 bajarên Îranê, hinek kesên derfetçî bi piştevaniya rêjîmê, karê veguhastinê dikin.

Pêka gotina hejmarek ji ajotvanan, bi sedema mangirtina seranserî ya ajotvanan li zêdetir ji 160 bajaran de karê veguhastinê sekiniye û nirxa veguhastinê gelek bilind bûye û rêjîma Îranê bo şikandin û kêmrengkirina vê mangirtina seranserî, hinek ajotvanên derfetçî bo qazanca zêdetir bi kar tîne ku karê veguhastinê bikin û bi wî awayî, bandor û karlêkeriya vê mangirtinê kêmreng bikin û bi awayek bidin nîşandan ku mangirtin bi dawî hatiye.

Li meclîsa rêjîmê de 3 daxwaziyên ajotvanan ên bîme, nirxa veguhastiun û pişka şewatê hatiye baskirin ku soz dane wan 3 xalan li beşên pêwendîdar de bînin berbas û lêkolînê li ser bikin û piştre çareser bikin ku heta niha ti encamek bilî hewldan bo xapandina ajotvanan nebûye.

Roja Sêşemiya derbasbûyî jî hejmarek ji çalakjvanên xelkê bajarê Terwrêzê, piştevanîkirina xwe ji mangirtina rewa ya ajotvanan dane xuya û mangirtin berdeweam e lê rêjîm dixwaze vê bi dawîhatî, bide xuya.