Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinardeya nefta Îranê bo Çînê %20 kêm bûye

11:47 - 5 Hezîran 2025

Bi sedema dorpêçên Amerîka bo ser neft û gaza rêjîmê, hinardeya neftê zêdetir ji %20 daketiye, ew li halêekê de ye ku nirxa nefta OPECê ti guherînek nebûye û bi nirxa pêştir tê firotin.

Pêka rapora şirketa “Vortexa”yê, rêjîma Îranê bi sedema dorpêçên Amerîka bo ser neft û gaza rêjîmê, neftê %20 kêmtir dişîne Çînê û Çin amade nîne zêdetir nefta Îranê bikire ku tûşî pirsgirêkên berfireh ên dorpêça Amerîkayê bibe ew yek li halekê de ye ku bi sedema veguhastina nihênî û neyasayî ya nefta rêjîmê , gemiyên çendîn şirketan rastî dorpêçên Amerîkayê hatine û heta dewleta Panamayê jî alaya xwe li ser zêdetir ji 500 gemiyan hilgirtiye ku ji dorpêçên Amerîkayê parastî be.

Nêzî %90 a nefta Îranê ji aliyê şirketên Çînî ve tê kirin, lê rêjîma Îranê li heyva derbasbûyî ya zayînî de bi tenê milyonek û 100 hezar bermîl neft firotiye Çînê ku dahata vê nerohn e û heta pêştir ji 2 balafirên kevin ên rêvîngî ku nirxa her yek ji wan 30 milyon Dolar bû bi nirxa 150 milyon dolarî li hember deyna neftê, ji Çînê vergirt.