
3 ajotvanên binçavkirî li mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyê Kamiyonan de ku ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibû binçavkirin, ji qerentînê ve bo benda siyasî ya girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Sinê hatine veguhastin
Pêka raporên belavbûyî, “Sidîq Mihemedî, Kawe Muradiyan û Rizgar Muradî”, 3 ajotvanên nerazî yên xelkê bajarê Sinê ku li 6ê Cozerdana 1404 a Rojî de li mangirtina seranserî li bajarê Sinê de ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatibûne girtin, ji qertentîneya girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Sinê, bo benda siyasî ya vê girtîgehê hatine veguhastin.
Pêka gotina hinek çavkaniyan rêjîmê tohmetên giran bi wan 3 ajotvanên nerazî dane û ew li halekê de ye ku wan ajotvanan bi tenê bo mafê xwe yên rewa man girtine.
Rêjîma Îranê bi cihê bersivdan bi daxwaziyên ajotvanan, bi lêdana tohmetên siyasî, sepandina tohmetên giran û binçavkirin li bendên siyasî li girtîgehan de bersiva wan dide.
Li vê mangirtina mafxwazane de zêdetir ji 20 ajotvan ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine girtin ku li gitîgehan de rastî givaş û îşkencekirinê hatine û hinek jî li jêr îşkenceyan ne neçar bi îtirafkirina bi zorê hatine kirin.