Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûn û mangirtina ajotvanên kamiyonan, berfiurehtir dibe

11:00 - 1 Hezîran 2025

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de tevî berfirehtirbûna mangirtina ajotvan û xwediyên kamiyonan, ji aliyê sendîkayên cur bi cur, ajotvanên taksî û taksî telefoniyan, ajotwanên wanêt û mînîbûsan û werzêr û kedkaran ve piştevanî li wan hate kirin.

Li zêdetir ji 164 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê de mangirtina ajotvanan berdewam e û li çendîn cihên hestriyar ên wek xalên sînoriya Perwîzxan, piştevaniya çîn û qatên civakê bi taybet ajotvanên takisî û taksî têlêfoniyan, sendîkayên sernaserî û deverî yên kedkar û mamostayan û werzêran, sînemakaran, hejmarek ji malbatên şehîdên tevgera jin jiyan azadiyê, dukandaran û ajotvanên otobûs û mînîbûsan û maşînên barhilgirên din, piştevaniya tevav li ajotvan û xwediyê kamiyonan hate kirin û mangirtina wan bi rewa, aştîxwazne û mafxwazne binav kirine.

Ji aliyê din ve rêjîmê bi maşînên xwe yên barhilgir dest avêtiye veguhasytinan ku li rêyan de rastî berxwedan û berteknîşandana ajotvanan tên û maşînên wan têne şikandin û rêjîm heta niha li vê hewla xwe de jî rastî şikestê hatiye.

Dem bo demê ajotvan zêdetir tevlî mangirtina seranserî ya ajotvanên kamiyona dibin û ew mangirtin bûye serî hildanek li hember bêdadî û sitemkariya rêjîmê bi ser xelkê bêzarbûyî yê Îranê û her rojê qatên cuda û sendîkayên pîşeyî, çandî û heta siyasî û Hizb û aliyên siyasî jî piştevaniya xwe ji vê hewldana rewa ya mafxwazane didin xuya.