Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina welatiyan ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve berdewm e

12:05 - 5 Hezîran 2025

Li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtilaat rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê, nanvayekî xelkê bajarê Îlamê ku nerizayetiya xwe li hember qutbûna berqê û jinavçona hewîr û bênanmana xelkê dabû xuya, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hate girtin.

Nanvayekî xelkê bajarê Îlamê yê bi navê “Ferec Ferecî” yê xelkê bajarê Îlamê, nerzaiyetiya xwe li hember qutbûna berqê ku bibû sedema jinavçona hewîr û bênan mana xelkê dabû xuya lê bi fermana dadstanê rêjîmê û ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li wî bajarî de hate binçavkirin û bo girtîgehê hate veguhastin.

Ferec Ferecî, her wek hemû kasibkar û kedkaran bi tenê daxwaza pêregihîştin bi xisarên pêketî bi sedema qutbûna berqê û guhnedana berpirsan kiribû û ew daxwaz ya hemû hevkarên wî li vê rewşa dijwar a aborî li seranserê Îranê de ye ku rastî tepeserî û binçavkirinê hatiye û rêjîmê bi binçavkirinê bersiva daxwaziyên wan dide.

Binçavkirina wî nanvayî li bajarê Îlamê li halekê de ye ku çendîn heyv e li seranserê Îranê, hejnamrek zêde ji nanvayan bi rêjîmê ragihandine ku bi sedema qutbûna lipeyhev û bêbername ya berqê, hewîrên wan ji nav diçin, xelk bê nan dimîne û ew rastî xisarên giran ên malî dibin û alavên wan ên berqî dişewitin.