
Hejmara 495 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
“Welat, Welatînî û Al” nav û nîşana manşêta hejmara 495 an a Agirî ye.
Rûpela 2 – Peyama Deasteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 12ê Cozerdan, roja girtiyên siyasî yên Kurdistanê.
Rûpela 3 – gotara - Hundirnasiya nasyonalîzmê, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêrana Bêhzad Simko.
Rûpelên 4 – Beşa 2 a gotara – MIJAR: HEVKARÎ, TIFAQ Û YEKITÎ, ji nivîsa Cano Amedî.
Rûpelên 5 – beşa 2 a gotara - Ji Çiyayan Ber bi Dîplomasiyê – Destpêka Qonaxeke Nû di Dîroka Neteweya Kurd de, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 6 –gotara - Bi sînemaya çewt, nikarin pêşmerge lekedar bikin, ji nivîsa Îbrahîm Çûkelî.
Rûpela 7 - gotara - Sê biryarên girîng ji bo zimanê Kurdî li Almanya!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 – Gotara - Gola Urmiyê ber bi jinavçonaê ve diçe, ji nivîsa Rojan Sofîzade.
Rûpela 9 - gotara - Rejîma Îranê û siyaseta terorê, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 10 – gotara - Kê bextewer e?,ji nivîsa Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr navê “Tolhildan” ku ji bo bîranîna Şehîd Şapûr Fîrozî ye ku piştî evê ku rêjîma Îranê di 12ê Cozerdana sala 1362 an de 59 Lavên bajarê mihabadê êidam kirin, wî fermandê gernase Hizba Dêmokrat, 59 emetlat bi dijî hêzên rêjîmê encam dan ku gorî amaran spitir ji 700 kes ji hêzên rêjîmê kuştin û derbên girane serbazî li rêjîmê dan û bi wî cureyî nehêla tola xwîna wan 59 Lavên Kurd bimîne erdê.
Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.