
Rêzdar “Mîstefa Hicrî”, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta çêşna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Bi hilkefta cêşna Qurbanê, rêûresma pîroz a ola Îslamê, pîrozbahî li hemû baweirmendên vê olî û Misilmanên Kurdistanê dikin.
Ev çêşna, mixabin li rewşekê de bi rê diçe ku netewên Îranê bi hemû pêkhate û bîr û bawerên cuda ve, li jêr sitemê de ne û civaka li nav cografiyaya Îranê, bi sedema siyaseta çewt û dije mirovî ya komara îslamî, rastî jiyaneke dujwar digel curên qeyranan hatine.
Tevî pîrozbahîkirina vê hilkeftê, hivîdikin ku hemû hilkeftên netewî û olî li paşerojeke azad û dûr ji hemû çewsandin û bêmafiyê, bi rê ve herin.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
15ê Cozerdana 1404 a Rojî