Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sepandiana siza bi ser welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

11:38 - 7 Hezîran 2025

Pêka rapora Kurdpayê, “Karo Elîdad” ê temen 23 salî, çalakvanê medenî û jîngehparêz ê xelkê bajarê Merîwanê , ji aliyê dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Merîwanê bi dadweriya “Eizemî” û bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê, li jêr bandora spaha pasdaran a terorîst de 18 heyv girtîgeh bi ser de hatiye sepandin;

Navbrî li Rêbendana 1403 a Rojî de bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane heyamê 38 rojan li girtîgehên îtilaat a spaha pasdaran a tereorîst li bajarê Merîwanê de hatibû ragirtin.

Herwisa û pêka rapora “Tora mafên Mirovî yên Kurdistanê” “Hêdî Şadîxwah”, ê xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 101 a dadgeha sizakirina 2 a rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi tohmeta hewldan li dijî ewlehiya rêjîmê û hevkarî digel Hizbek dijberê rêjîma Îranê, 22 heyv girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Pêka rapora Hengawê, “Zêyna Firêydûniyan” temen 64 salî, welatiya Azerî û çalakvana medenî ya xelkê bajarê Qurwê, ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Nexedê bi dadweriya “Bêgdilî” bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê” 10 heyv girtîgeh û bi tohmeta “têkdana raya giştî” 3 sal girtîgeha ragirtî, bi ser de hatiye sepandin.