
Li berdewamiya hewldanên rêjîma Îranê bo geşedan bi bernameya xwe ya mûşekî bi taybet mûşekên balistîkî, eşkere bûye ku ew rêjîma, mijîlê hawirdekirina hezaran ton şewata hişik a mûşekên balistîkî ji welatê Çînê ye.
Pêka raporeke rojnamneya “The Wall Street Journal” rêjîma Îranê li wan heyvên dawiyê de bi hezaran ton madeyên kîmiyayê ku bo berhemanîna şewata hişk a mûşekên balistîkî tê bikaranîn ji welatê Çînê kiriye û niha mijûlê hawirdekirina wê şewatê ye bo Îranê ku li heyvên bê de dê bigihîje Îranê û pêka vê raporê ew madeya kîmiyayî, “Ammonium perchlorate” e.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku egera vê heye beşek ji vê madeya kîmiyayî, bo milîsên ser bi rêjîmê ên wek Hûsiyên Yemenê bê şandin.
“Ammonium perchlorate” madeya bingehîn a şewata mûşekên Îranê ye ku ji aliyê şirketa Îranî ya bi navê “Pîşgamanê Ticaretê Ref`ê Novîn” li vê dawiyê de sifarişa xwe li holdînga “Line Commodities Holdings” li Hong Kongê de tomar kiriye.
Pêştir ew cure madeya kîmiyayî ya spaha pasdaran a terorîst li wêzgeha deryayî ya Recayî li bajarê Benderebasê de teqiya û sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.