
Hejmarek ji karnasên serbixwe yên Saziya Netewên yekgirtî ên wek “May Sato” ya Raportêra taybet a mafê mirov li karûbarê rêjîma Îranê, bi belavkirina daxyaniyeke hevpar, daxwaza azadkirina lezgîn û bê merc a “Ehmedriza Celalî" kirin.
Roja Şemî 17ê Cozerdanê, Hejmarek ji karnasên serbixwe yên Saziya Netewên Yekgirtî ên wek “May Sato” ya Raportêra taybet a mafê mirov li karûbarê rêjîma Îranê, bi belavkirina daxyaniyeke hevpar, tevî huşdarîdan li derheq siyaseta bi barîmtegirtin a rêjîma Îranê, daxwaza azadkirina lezgîn û bê merc a “Ehmedriza Celalî" kirin.
Wan karnasan li vê daxuyaniya xwe de îşare bi rewşa dijwar a tenduristiya “Ehmedriza Celalî” kirine ku bi awayê xoserane hatiye binçavkirin û li derheq şêwaza berdewam a cihê nigeranî ya binçavkirina kesên du nasnameyî û kesên biyanî li Îranê bi armanca bikaraîna siyasî an veguherîna girtiyan, huşdarî dan û tekezî kirine ku ew kiryarên rêjîma Îranê binpêkirina eşkere ya yasayên navnetewî ye.
Herwisa wajokerê vê daxuyaniyê hûşdarî dane ku berdewamiya siyaseta bi barîmtegirtin a rêjîma Îslamiya Îranê, ewlehî û mafê du nasnameyiyan û kesên biyanî, bi micidî xistiye metirsiyê.