
Nasyonalîzm yek ji bihêztirîn hêza hundirî, civakî û siyasî li dîroka modern a mirovahiyê ye. Nasyonalîzm ji aliyekê dikare vekhevî, şanaziya netewî û tebayiya civakî biafirîne û ji aliyek din ve jî dikare çarçoveya tundûtîjî, cudatîdanîn û şer be. Têgihîştin ji kok û bingeha hundiriya nasyonalîzmê, rê dide me netenê wek îdeolojiyek, belku wek diyardeyek hundirî-civakî lêkolînê li ser bikin.
Pênaseya nasyonalîzmê ji dîtingeha hundirnasiyê ve
Nasyonalîzm pêkhatiyek ji îdeolojî an sehek kûr a girêdayî bi netewekê ye ku girêdayê bi bawerek ji serdestiya netewî, mafê serwerî an serbixweyî ye.
Nasyonalîzm, girêdanek hundirî bi netewekê ye ku renge bi rêya hizir û bawerî li derheq serdestiya netewî û mafê serweiya siyasî, xwe bide nîşandan.
Li hundirnasiya civakî de nasyonalîzm wek curek ji nasnameya bi kom tê pênasekirin, ev rêbaza tekezî bi ser vê yekê dike ku mirov hewcehî bi hogirî û girêdanekê ve heye û “netew” yek ji girîngtirîn girûpên çavkanî bo pêkanîna nasnameyê ye.
Nasyonalîzm pêkhatiye ji sehkirin bi girêdayî û emegdarî bo netewek ku gelek caran sehkirina bi serdestiyê bi ser girûpên din de li pey xwe tîne. Ev seha dikare yekgirtina civakî li nav girûpan û dijheviyên li hember girûpên derve an biyanî, bihêztir bike.
Ji hizirgeha teoriyên nasnameyê ve, nasyonalîzm wek bersivek hundorî bi hewcehiya mirov bi hebûna sehek êmin bo xwe, li cîhanek aloz û neewleh de ye.
Nasyonalîzm şêwazek ji pêkhateya nasnameyî ye ku kes xwe digel netewek an etnînekek diyarîkirî de dide nasandin, bo vê yekê ku seha bi dom, yekîtî û mana û wate li jiyanê de peyda bike.
Nasyonalîzm, ji pêkhatina “nasnameyek siyasî-emegdarî” hatiye avakirin ku tê de kes, netewê wek çavkaniya bingehîn a rewatî, nirx û mana û wateya dibîne û amadeye li pêxemê de nirxê jî bide, heta bi nirxa tundûtîjî û qurbanîdanê jî.
Aliyên hundirî yên nasyonalîzmê
Nasnameya civakî û nasyonalîzm, pêka teoriya nasname ya civakî, nasyonalîzn kok û binyata vê li xwesta mirov bo girêdayîbûn bi girûpekê de heye. Kes bi netewê xwe pênase dike û xwe digel “ên din” berewrid dike, cidatiya em\ evên din, dibe sedema sehkirin bi serdestî û hinek car jî dibe sedema dujminiya digel girûpên din.
She û kelêjana girûpî, kelêjan û sehên wek şanazîkirina netewî, biçûkkirina biyaniyan, kerb li hember gefên derve û sehkirin bi qurbanîbûn, li bihêzkirina nasyonalîzmê de gelek bi bandor in. Ev seh bi rêya ragihandinan, rêberên karîzmatîk an perwerdeya netewî ve têne geşkirin.
Hewcehî bi yekîtiya hundirî, kesên ku bala wan gelek bo aliyê alxahîniya hundirî û rêkûpêkî û serûberbûna hizrî hene, zêdetir hogirî bi îdeolojiya nasyonalîzmê ve hene. Nasyonalîzm çarçweyek bi wate û manadar bo têgihîştin ji cîhanê pêşkêşî wan dike.
Narsîstiya bi kom, curek ji xwebimezinzanîna girûpî ye ku pêywendî bi sehek tund li hember gefên derve û hewcehî bi geşekirina berdewam a girûpî heye. Ev diradeya dikare çarçoveya dujminatî li hember penaberan, kêmîneyan an dewletên din çê bike.
Curên nasyonalîzm ji dîtingeha hundisnasiyê ve
- Nasyonalîzma medenî, girêdayî bi netewê li ser binyata nirxên hevpar û beşdariya siyasî
- Nasyonalîzma netewî, girêdayî bi netewê li ser binyata tixm, xwîn, ziman û çand.
- Nasyonalîzma berevanîkirin, bersiva bi she li hember gefa derve an sivêkatîkirina dîrokî.
- Nasyonalîzma êrîşkar, banghêjiya ser tirbûn serdesî bi ser netewên din de.
Rola ragihandinê li hundirnasiya nasyonalîzmê de
Ragihandin û serkirdeyên siyasî bo bizivandina seha nasyonalîstî, li hêma û sembolên netewî, bi bîranîn bi kom û baskirin ji “ em li hember evan”, mifahê verdigrin. Ev prose dikare hem bo bihêztirkirina hevdengî û hem bo handan bo tundîtîjiya netewî bê bikaranîn. Wek mînak: “Propagandayên siyasî li serdema şerê yekem û duyem ên cîhanî de ragihandinên dewletên tevaviyetxwaz de û gotara nasyonalîstî de li dema hilbijartin an li kirîzan de”.
Pêka hundornasiya nasname, ragihandin bi nîşandana berdewam a hêmayên netewî, welat, ala, qehremanên dîrokî û sînorên dujmin\dost, li avakirina nasnameya netewî li hizra temaşevan de rolek giring hene. Wek mînak, nîşandana berdewam a wêneyên şehîdên welat, ostûreyên netewî an mûzîkên netewî li têlêvîzyonan de, seha girêdana netewî û hindirî diafirîne.
Ragiahndin dikarin seh û xemên girûpî, wek şanaziyek netewî, kerb li hember biyaniyan, tirs ji gefên derve an hevxemî bo êş û derdên netewî çê bike, bi vê yekê, berteknîşandanên nasyonalîstî, bihêztir bike.
Li hundirnasiya civakî de, gelek caran nasyonalîzm bi sehên em li hember evan” tê bihêzkirin, ragihandin wan sînorbendiyane bêtir dide xûyakirin.
Li serdema înternetê de, torên civakî bûne pêgehek nû bo berhemanîna nasyonalîzmê, mirovên asayî dikarin bi belavkirina naverokek ku ala, sirûda netewî, sivikatîkirin bi kesên din, an handana seha bi kom li xwe bigre, li berhemanîna nasyonalîzmê de beşdar bin.
Niha nasyonalîzma elektronîkî, yek ji warên nû yên lêkolînê li hundirnasiya siyasî ye.
Rola perwerde û hînkarî li geşedan bi nasyonalîzmê
Kultûr, sîstema perwerde, dîroka fermî û hêmayên giştî li geşedan bi nasyonalîzmê de rolek berçav hene. Hundirnasiya geşeya civakî, dide xuya ku girêdayêbûn û hogiriya netewî ji temenê zarokatiyê ve û bi rêya ala, sirûd, Çêrokên dîrokî û çêkirina dujmin ji yên din berhem tê.
Li gelek ji welatan de bernameyên xwendingehan pêktê ji hînkarî dîrokî ya niştimanî, cografiya, wêje û zimanê fermî yê welat. Ew perwerdeya bi tekezkirin bi ser qehremanên dîrokî, bûyerên bi şan û gefên dîrokî ji aliyê biyaniyan ve, seha nasyonalîzmê li hundirê zarokan de bihêz dike. Wek mînak, perwerdayên li derheq, şoreşan, şeran an serkevtinên dîrokî, bi armanca çandin a “şanaziya netewî”, tê kirin.
Xwendingeh bi hînkirin û nîşandana berdewam a hêma û sembolên wek sirûda netewî, ala, rêûresmên netewî û kesayetiyên avakerên welat, curek ji tovê nasyonalîzma sembolîk li hizra zarokan de diçîne. Her li qonaxa destpêkî ve dema sirûda netewî tê strandin, dibe xwendevan rabe ser pêyan û silav li ala yê bike, ew jî hêdî hêdî, bersivek emagnasî û nasnameyî bo wan hêmayan, li hizra wan de diafirîne.
Encam
Hindirnasiya nasyonalîzmê vê yekê bi me dide nîşandan ku nasyonalîzm bi tenê gotarek siyasî nîne, belku diyardeyek kûr a hundirî ye ku bandorê li ser têgihîştin, seh, nasname û biryardana mirov de heye.