
Li halekê de ku mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyên kamyoinan û beşdariya ajotvanên din li seranserê Îranê, rêjîma Îranbê bi cihê çareserkirina pirsgirêkên ajotvanan, heta niha zêdetir ji 40 ajotvan binçav kirine.
Li berdewamiya mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyên kamiyonan li zêdetir ji 164 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û tevlîbûna ajotvanên maşînên barhilgir ên wek wanêt û herwisa mînîbûs, otobûs û taksiyan, rêjîma Îranê bi cihê çareserkirina pirsgirêkên ajotvanan, heta niha zêdetir ji 40 ajotvan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de binçav kirine.
Binçavkirina ajotvanan her berdewam e û 11 ajotvan li bajarê Kirmaşanê, ajotvanek li parêzgeha Gîlanê, ajotvanek li bajarê Qiraxaviyê Lenge, 9 ajotvan li bajarê Qezwênê û nêzî 10 ajotvanên din li parêzgehên din ên wek Xûzistan û Hemedanê de hatine binçavkirin.
Mangirtina ajotvanan, beşeke zêde ya tora veguhastin li Îranê sekinandiye, heta niha rêjîmê bi tenê îşare bi 3 xal ji 50 xalên daxwaziyên wan ajotvan û xwediyên kamiyonan kirine ku dide xuya rêjîma Îranê amade nîne daxwaziyên wan ajotvanan dabîn bike û hewldanên rêjîmê bi tenê bo xwederbaskirin ji vê qeyarana micid e û ti girtîngiyek bi rewşa kar, jiyan û daxaziyên ajotvanan nade.