Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netenyahu, daxwaz ji civaka cîhanî kir ku li hember rêjîma Îranê bisekinin

11:02 - 1 Hezîran 2025

Serokwezîrê Îsraîl piştî belavbûna rapora taybet a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî daxwaz ji civaka cîhanî kir ku li hember rêjîma Îranê ku dixwaze çeka navkî berhem bîne, bisekinin.

Roja Şemî 10ê Cozerdanê, “Binyamîn Netenyahu”, Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku rapora dawî ya Ajansê dide xuya ku bernameya navkî ya rêjîma Îranê, aşitîxwazane nîne û ew rêjîma mukume li ser bi encamgihandina bernameya xwe ya çeka navkî.

Ofîsa Serokwewîzrê Îsraîl ragihand ku asta meyandina Uraniyoma meyandî ya rêjîmê gihîştiye astekê ku bi tenê welatên ku li pey berhemanîna çekên navkî ne, bi vê rêjeyê Uraniyomê dimeyînin û beranameya navkî ya rêjîmê bilî armanca serbazî, ti naverokek din nîne.

Ji aliyê din ve Mesûd Pizişkiyan, serkomarê rêjîmê û Ebas Îraqçî yê wezîrê derve yê rêjîmê îdia dikin ku li pey çêkirina çeka navkî nînin.

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî şik û guman li aşitîxwazanebûna bernameya navkî ya rêjîma Îranê de heye .

Gotinên serokwezîrî Îsraîl li halekê de ye ku Artêşa Îsraîl hemû amadekariyên xwe bo jinavbirina bernameya navkî ya rêjîma Îranê kirine.