
Girtiyekî siyasî yê berê xelkê bajarê Şinoyê, piştî gazîkirin bo îdareya îtilaat a spaha pasdaran a trorîst li bajarê Şinoyê, bi sedemek nexuya hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
“Riza Îzzet Tac” naskirî bi “Riza Şawane”, girtiyê berê yê siyasî û xelkê gundê “Şawane”yê ser bi bajarê Şinoyê, roja Şemî 17ê Cozerdana 1404 a Rojî, bo îdareya îtilaat a spaha pasdaran a terorîst li bajarê Şinoyê, hate gazîkirin û li wir hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora Hengawê ya li 8ê Pûşpera 1400 a rojî, ew welatiyê Kurd li roja Yekşemî 6ê Pûşpera 1400 a rojî de bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibû binçavkirin û bo cihek nexuya hatibû veguhastin.
“Riza Şawane”, piştre ji aliyê dadgea rêjîmê li bajarê Şinoyê, bi tohmeta “endametî û hevkarî digel Hizbeke dijberî rêjîma Îranê” li dadgeheke şanoyî de 19 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û piştre bi danîna barimtê bi awayê demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatibû azadkirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema gazîkirin, û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî nehatiye zanîn.