Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî milîsên ser bi rêjîma Îranê li Xezê de hate kuştin

12:33 - 8 Hezîran 2025

Fermande û avakerê girûpa “Ketayib El-Mocahidîn” ku li êrîş û cinayeta 7ê Octoberê û herwisa revandin û kuştina hejmarek ji xelkê Îsraîlê de rol hebûye û herwisa fermandeyekî din ê vê girûpê, ji aliyê Artêşa Îsraîl ve li Xezê, hate kuştin.

Roja Şemî 17ê Cozerdanê, “Awîxay Adra`î”, berdevkê Artêşa Îsraîl ragihand: “Es`ed Ebû Şerî`e ku li êrîşa 7ê October  û kuştin û revandina Îsraîliyan de rola rasterast hebûye li êrîşa esmanî bo ser Xezê de kuştiye. Wî kesî li rojavayê Çemê Ordonê û hundirê Îsraîl d hewla komkirin û rêkxistiuna xelkê bo encamdana kiryarên terorîstî dabû.

Herwisa navbirî ragihand ku li vê rojê de”Mehmûd Kehîl” ê fermandeyekî Ketayîb “El-Mocahidîn” jî li operasiyonek cuda de kuştine.

Pêka raporên belavbûyî, “Es`ed Ebû Şerî`e” fermande û avakerê girûpek ji milîsên ser bi rêjîma Îranê ya bi navê “Ketayîb El-Mucahidîn” li Xezê de bû ku li vê êrîşa esmanî de hatiye kuştin.

Pêka gotina Berdevkê Artêşa Îsraîl, wî milîsê ser bi rêjîma Îranê li êrîş û cinayeta hovane ya 7ê October 2023 de û ragirtina barimteyên Îsraîlî, revandina çendîn Îsraîlliyên wek “Şêrî Bîbas” û 2 zarokên wê ku piştre hatine kuştin, Gadî Hacay, Cûdî Lîn Faynştayn û kesekî Taylendî yê bi navê “Natbong Bînta” û kesekî din ê biyanî de rola rasterast hebûye.