Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê navê zêdetir ji 30 kes li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê de tomar kir

12:34 - 8 Hezîran 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li dorpêçeke nû bo ser rêjîma Îranê de zêdetir ji 30 kes ku birêveberê toreke berfireh a şirketên sexte ku li sipîkirina bi milyardan Dolar bo rêjîma Îranê de rol hebûne, li lîstê dorpêçan de tomar kirin.

Pêka daxuyaniya Wezarteta Xezînedariya Amerîka li roja Înê 16ê Cozerdanê, zêdetir ji 30 kes ku birêveberê toreke berfireh a şirketên sexte ku li sipîkirina bi milyardan Dolar bi rêya bankdariya li sîberê de bo rêjîma Îranê, rol hebûne û rêjîma Îranê bi rêya vê tora berfireh dorpêçên Amerîkayê dor lêdane û dirafê dahata neftê û madeyên pêtrokîmî vegihastine, li lîstê nû yê dorpêçan de tomar kirine.

Pêka rapora “Reuters”ê hejmarek ji wan kesan li Îmarat û Hong Kongê de ne.

Herwisa wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku sîstema bankdariya li sîber a rêjîma Îranê, rêyeke girîng û hestiyar bo rêjîmê ye ku bi vê rêyê dahata firotina neft û madên petrokîmiyayê bi dest xwe ve tîne û vediguhaze û bo bernameyên xwe yên navkî û mûşekî û piştevanîkirina malî ji milîsan û çêkirina fitneyên alozker de bi kar tîne.