
Li halekê de ku Serkomarê Amerîkayê ragirtina dorpêçan bo ser rêjîma Îranê hilveşand û egera şikesta danûstandinên navkî gelek zêde bûye, Rafaêl Girûssî, ragihand ku egera êrîşa serbazî bo ser rêjîma Îranê zêde bûye.
Koşka Sipî li heftiya derbasbûyî de bi Wezareta Derve û Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihandibû ku bi awayê demkî tomarkirina dorpêçên nû bo ser rêjîma Îranê rabigrin, lê bi sedema çewtekarî û îdiayên Îranê li beranmeya navkî de, Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê ragirtina wan sizayan hilveşand û dorpêçên nû bo ser rêjîma Îranê hatine tomarkirin.
Herwisa Donald Trump careke din ragihand ku nabe rêjîma Îranê bi ti awayek bernameya meyandina Uraniyomê hebe û hekî rêjîma Îranê vê yekê qebûl neke, Amerîka dê rêkara din anku êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê cîbicî, bike.
Ji aliyê din ve “Rafaêl Gireûssî”, Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi rohî da xuya ku rêjîma Îranê potansiyelek ecêb a bûn bi trajîêdiyekê heye û şikesta danûstandinên navkî li navbera Amerîka û Îranê û amadebûna Îsraîl bo lêdana rêjîma Îranê, bi egera gelek zêde, dê encameke serbazî hebe.
Herwisa navbirî ragihand ku rêjîma Îranê hemû madeyên hewce bo berhemanîna çeka navkî li ber dest hene û dema “Rafaêl Gireûssî”, serdanana Îranê jî kir, rêgirî ji wî hate kirin ku serdena hinek binkeyên navkî bike.