Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê şiyan û îradeya bersivdan bi daxwaziyên ajotvanên kamiyonan nîne

12:39 - 8 Hezîran 2025

Cihgirê Sendîkaya Ajotvanên Kamiyonan ragihandiye ku daxwziyên ajotvan û xwediyê kamiyonan gelek in û bi sedema pengurîna wan pirsgirêkan, pêregihîştin bi wan pirsgirêkan ti îmkanek nîne û bi tenê 3 mijar ji aliyê rêjîmê ve têne lêkolînkirin.

Roja Yekşemî 18ê Cozerdanê, “Celal Mûsewî”, Cihgirê Sendîkaya Ajotvanên Kamiyonan, li hevpeyvîn digel rojnameya “Ê`itimad Anlayn” a ser bi rêjîma Îranê de tevî îşarekirin bi berdewamiya pirsgirêkan û çaresernebûna wan ji aliyê rêjîmê ve ragihand: “Rewşa ajotvanan her wek xwe û bê çareserkirinê berdewam e û bi sedema pengurîna pirsgirêkan û kêmasî û guhnedanên pîştir ên berpirsan bi qasekê rewş aloz e ku pêregihîştin bi daxwaziyên wan tî îmlanek nîne”.

Herwisa navbirî ragihand ku 3 mijar bi tenê ji aliyê berpirsan ve têne lêkolînkirin ku encama vê yekê jî nerohn e û pêregihîştin bi 3 mijarên “Kiraye, şewat û bîme”, jî ku niha li qonaxa lîkolînkirinê de ne, bi sedema nebûna bûdceya hewce renge li rojên bê de neyêne çareserkirin û heta niha berpirsan ti sozeke xwe li wan 3 mijaran de jî bi cih neanîne.

Navbirî ragihand ku hekî pirsgirêk neyêne çareserkirin, egera berfirehtirbûna nerizayetiyan gelek zêde ye û êdî ajotvan ti baweriekê bi bepirsan nakin.

Rêjîma Îranê bi sozên çewt, hewla hilveşandina mangirtin a ajotvanan dide û ajotvan jî dizanin ku rêjîm, ne sozên xwe bi cih tîne û ne şiyan û îradeya çareserkirina wan pirsgirêkan heye.