
Dadgeha Bajarê Lendenê, 3 sîxur-terorîstên rêjîma Îranê bi tawana hevkarî digel dezgehên îtilaatî yên rêjîma Îranê û rêkxistinkirin bo terorkirina rojnamevanên rexnegir ji rêjîma Îranê, dadgehî kirin.
Pêka rapora “Reuters”ê roja 16ê Cozerdanê, 3 sîxur-terorîstên rêjîma Îranê yên bi navên “Mistefa Sipehwend”, “Ferhad Cewadîmeniş” û “Şapûr Qel`ê Elîxaniyê Nûrî”, pêka yasaya ewlehiya netewî ya Birîtaniyayê bo rawestan li hember gefên dewletên biyanî hatine dadgehîkirin.
Pêka belgeyên dezgehên ewlehî yên Birîtaniyayê ew 3 sîxur-terorîstên rêjîma Îranê bi tawana hevkarî digel dezgehên îtilaatî yên rêjîma Îranê û rêkxistinkirin bo terorkirina rojnamevanên rexnegir ji rêjîma Îranê, têne dadgehî kirin.
Pêka gotina Polîsê Lendenê, li 3 salên derbasbûyî de dezgehên ewlehî yên Birîtaniyayê zêdetir ji 20 hewldanên terorîstî ji aliyê rêjîma Îranê bo ser xelkê Birîtaniya û rûniştiyên wî welatî, tomar kirine.
Pêka wan raporan, sîxur-terorîstên rêjîmê li jêr navê penaberî û bi belge û pasportên sexte, hewl dane ku li Birîtaniyayê de mafê akincîbûnê verbigrin.
Ev dadgehîkirina hêj negihîştiye encamê û xuya nine ku ew terorîstên rêjîmê dê rastî çi sizayekê bibin.