
Tevî hemû pîlan û hewlên rêjîmê bo hilveşandina mangirtina ajotvanan, hêj ew mangirtin berdewam e û ajotvanên trêyliyan li bajarê qiraxaviyê Bender Ebasê ku giringiyek stratejîk bo veguhastinê heye jî tevlî vê mangirtinê bûn.
Roja Yekşemî 18ê Cozerdanê, li berdewamiya mangirtin a ajotvanan li seranserê Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê, ajotvanên tirêyliyan ên bajarê Bender Ebasê jî tevlî vê mangirtinê bûn û careke din hawara mafxwaziya xwe ya rewa bilind kirin û ragiahndin ku êdî taba hinde bêdadiyên rêjîmê wek 3 nirxîkirina gazoîl, bilindkirina nirxa bîme û guhnedana berpirsan û bêdadî li dabeşkirina kar de nînin.
Wan ajotvanên, tirêyliyên xwe li rêyên hatin û çon a vê qiraxava stratejîk de sekinandine û ragihandine ku heta daxwaziyên wan bi cih neînin, dê mangirtina xwe berdewam bikin.
Rêjîma Îranê bilî sozên çewt û dariştina pîlanên gemar û kirêt bo kêmrengkirin û hilveşandin a mangirtina ajotvan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û herwisa binçavkirina zêdetir ji 40 ajotvan bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, ti hewlek bo çareserkirina vê pirsgirêka seranserî ku veguhastin li Îranê de heta astek zêde sekinandiye, nedaye.