Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê welatiyekî xelkê bajarê “Şiwêyşê”bi awayekî tundûtîj binçav kir

12:03 - 9 Hezîran 2025

Welatiyekî xelkê bajarê Şiwêyşê ser bi bajarê Sinê ku pêştir ji bi tohmetên siyasî hatibû binçavkirin, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê bi awayekî tundûtîj hate binçavkirin û bo cihek nexua hate veguhastin.

Roja Yekşemî 18ê Cozerdana 1404 a Rojî, “Kerîm Esxerî”, girtiyê siyasî yê berê û zawayê “Wirîşe Muradî” li êrîşa hovane û bê belgeya yasayî ya hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê “Şiwêyşê” ser bi bajarê Sinê, bi awayekî tundûtîj û bi lêdan û kutanê hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, navbirî çendîn caran li dema lipeyketin bo rewşa “Wirîşe Muradî” de rastî lêpirsînan hatibû û li roja Çarşemî 23ê Xezelwera 1397 a Rojî de ji aliyê hêzên hov ên spaha pasdaran a terorîst li bajarê Sinê, hatibû binçavkirin.

Hêzên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirina wî welatiyê Kurd de gefa binçavkirinê li hevjîna wî ya bi navê “Mêhrane Muradî” jî kirine, ew jina Kurd li sala 1397 a rojî de ji aliyê hêzên îtilaat a spaha pasdaran ve heyamê 40 rojan hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî, hatibû azadkirin.

Ew malbat çendîn caran ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve rastî gefxwarin û lêpirsînan hatiye.