
Li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, ciwanekî xelkê bajarê Bokanê ku pêştir sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.
Pêka rapora “Hengaw”ê êwara roja Şemî 10ê Cozerdanê, welatiyekî xelkê wî bajarî yê bi navê “Efşîn Saêdî” ku pêştir ji aliyê dadgeha sizakirina rêjîmê ve ku li vê dawiyê 3 heyv girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, bi armaca cîbicîkirina sizaya sepandî, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hate binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Bokanê, hate veguhastin.
“Efşîn Saêdî”, li 4ê befranbar a sala 1403 a rojî, ji aliyê hêzên hov ên itilaata rêjîmê li wî bajarê de bi awayê xosearne û bê belgeya yasayî hatibû binçavkirin.
Ew welatiyê kurd li dadgeha rêjîmê de bi tohmeta propagande li dijîê rêjîmê hatibû dadgehîkirin.
Navbirî li 10ê Cozerdanê de li êrîşa hêzên îtilaata rêjîmê bo ser mala wî, hatiye girtin.