Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 5 girtiyên din jî li girtîgehên xwe de bidar vekirin

11:22 - 10 Hezîran 2025

Li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Kerec, Zahidan, Qayên û Îranşehrê de zêdetir ji 5 girtî hatine bidarvekirin û bi wî awayî, rêjîmê ji destpêka vê heyvê heta 19ê Cozewrdanê, zêdetir ji 95 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine.

Pêka rapora Navenda Mafên mirovî li Îranê, roja Duşemî 19ê Cozerdanê, “Kerîm Himmetî” xelkê gundê “Kerhrîz Verveşt”ê ser bi bajarê Hersînê û Hemze(Yeiqûb) Yarî, xelkê bajarê Kûhdeştê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Li vê rojê de “Ebdulbasit Şehdadzêhî” xelkê gundê “Kehno”yê ser bi bajarê Xaşê li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Zahidanê û “Ebdulsemed Berahûyî” xelkê bajarê Îranşehrê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îranşehrê de hatne bidarvekirin.

Roja Yekşemî 18ê Cozerdanê jî “Rehîm Kerîmî” xelkê bajarê Zabolê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qayinê de hate bidarvekirin; Ev hevwelatiyê Belûç bi awayê nihênî û bê agehdarkirina malbat û parêzerê wî û herwisa bê hevdîtina dawî digel malbatê, hatiye bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bidarvekirinê wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi teybet girtiyên ser bi netewên “Kurd û Belûç” bi kar tîne.