
10 çalakvanên Sendîkaya Mamostayan pêka banghêjiya rêjîmê, li dadgeha rêjîmê li bajarê Sinê de amade bûn û ji aliyê dadwerê rêjîmê ve hatine dadgehîkirin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Duşemî 19ê Cozerdanê, 10 çalakvanên Sendîkaya Mamostayan ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bo taya 109 a dadgeha sizakirina rêjîmê li bajarê Sinê hatibûne gazîkirin, li vê dadgehê de amade bûn û li vê binav dadgehê de bi tohmeta “tevdaniya aramî û asayîşa giştî”, hatine dadgehîkirin.
Pêka raporên belavbûyî “Mihemdriza Muradî, Muxtar Esedî, Seyîd Xeyas Neimetî, Riza Tehmasibî, Mecîd Kerîmî, Selah Hacîmîrzayî, Şehriyar Nadirî, Aram Îbrahîmî, Sadiq Ken`anî û Bêhzad Qewamî” li vê binav dadgehê de amade bûne û li hember dawerê rêjîmê û tohmeta sepandî de berevanî ji xwe kirine.
Pêştir jî 5 çalakvanên din ên Sendîkaya Mamostayan bo vê dadgeha rêjîmê hatibûne gazîkirin.
Pêka zanyariyên belavbûyî, çêkirina dosye bo wan çalakvanbên Sendîkaya Mamostayan li dadgeha rêjîmê li bajarê Sinê, beşdarîkirina wan li kombûna nerizayetiya mamostayan li heyva Cozerdan a sala 1401 a Rojî li bajarê Sinê de bûye.