
Piştî rapora taybet a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derheq bernameya navkî ya rêjîma Îranê, ev rêjîm kevtiye nav tengasiyên gelek giran û dijwar ku renge nekare xwe ji paşhatên vê raporê bi hêsanî derbas bike.
“Rafael Grossi”, serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî ragihand ku bernameya navkî ya rêjîma Îranê serbazî ye û ti garantiyek bo aşitîxwazanebûna vê nîne û ti welatek bilî rêjîma Îranê bi vê qas û tîratiyê Uraniyomê nameyîne û bi tenê bi armanca serbazî bi wî qasî Uraniyom tê meyandin.
Ji aliyê din ve Ajansê jî tevî rexnegirtin li derheq nedana derfetê bi lêkolîn li çend navendên neragihandî daye zanîn ku bersiva hewce ya teknîkî ji aliyê Îranê ve bi wan nehatiye dan.
Troîkaya Ewropayê jî tevî dana oltîmatom bo Şêwreya Hukam ragihand ku dibe rêjîma Îranê bi lezgînî, hemû Uraniyoma xwe ya meyandî ji nav bibe. Ji aliyê din ve rêjîma Îranê tevî gefxwarinan li Îsraîl û Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi rohnî ragihand ku amade nîne dest ji meyandina Uraniyomê berde û li vê derheqê de danûstandin digel Amerîkayê nake û hekî Îrasîl jî êrîşê bike ser Îranê, em dê santrûfiujên pêşkevtî danên û bernameya xwe, bi armanca berhemanîna çeka navkî, biguherin.
Herwisa rêjîma Îranê rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî bi raporek çewt binav kir ku pêka belgeyên Îsraîl hatiye amadekirin ku ew yeka ji aliyê “Rafael Grossi” ve hate redkirin û ragihand ku ew belge ji aliyê lêkolerên me ve hatiye amadekirin.