
Artêşa Îsraîl, li 48 demjimêrên derbasbûyî de bi awayekî dijwar, êrîş kiriye ser milîsên ser bi rêjîma Îranê û derbên giran li wan milîsan dane.
Li 2 rojên derbasbûyî de çendîn nîşançî û tophawêj û çekdarên Hemasê ji aliyê serbazên Îsraîlî ve hatine kuştin û li wan operasiyonan de hêza esmanî jî hatiye bikaranîn û herwisa çendîn binkeyên serbazî, yekeyên avêtina dijetankan û tûnelên Hemasê ku milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê jî bi kar dianîn, teqandine.
Navendeke berhemanîna madên teqîn û bomban li devera Tûlkerem ku li jêr bînayekî medenî de bûye, ji aliyê serbazên Îsraîlê ve hatiye teqandin û çendîn milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê jî hatine kuştin û 35 milîs jî hatine girtin.
Îsraîl, tevî hemû givaşên derve bi taybet Yekîtiya Ewropayê, êrîşên xwe bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê tundtir kirine û danûstandin li derheq azadkirina barimteyên li destê Hemasê û girtiyên li girtîgehên Îsraîl de bi awayek hatine sekinand.
Donald Trump, Serkomarê Amerîka li derheq danûstandinên li navbera Îsraîl û milîsên ser bi rêjîma Îranê li Xezê de ragihand ku rewça Xerzê ya niha kevtiye nav danûstandinên berfireh ên li navbera me, Hemas û Îsraîlê û rêjîma Îranê jî destêverdanê li wan danûstinan de dike.