Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 10 kes ji hêzên parastina sînor ên rêjîmê li Belûçistanê de hatine kuştin

12:08 - 10 Hezîran 2025

Hêzên parastina sînor ên rêjîma Îranê li deverên sînoriye Belûçistanê de kevtine nav kemîna  çekdarên nenaskirî û zêdetir ji 10 kes ji wan çekdarên rêjîmê hatine kuştin ku rêjîmê kuştina 10 kes ji wan hêzên xwe piştrast kiriye, ti aliyekê heta amadekirina vê nûçeyê ew êrîş nekêşaye stuyê xwe.

Rêjîma Îranê îro ragihand ku roja Şemî 17ê Cozerdanê de 10 kes ji hêzên parastina sînor ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hatine kuştin û herwisa eşkere kiriye ku ew hêza parastina sînoran bo lipeyketin bi raporekê li derheq hebûna çend kesên çekdar li deverê, çone vê deverê û li dema vegerînê de kevtine nav kemîna çekdarên nenaskirî û 10 kes ji wan hêzan hatine kuştin.

Pêka raporan, wan çekdarên nenaskirî piştî kuştina wan hêzên hov ên rêjîmê bêyî ti xisareke canî an birîndarbûnekê ji deverê derkevtine lê ti zanyariyek zêdetir li vê derheqê de hêj belav nebûne û ti girûp an aliyeke çekdarî û siyasî jî heta belavbûna vê nûçeyê, kuştina wan hêzan nekêşaye stuyê xwe.