Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binke û damezraveyên Hûsiyan li çend bajaran de bûne armanca mûşekên Îsraîlî

12:21 - 10 Hezîran 2025

Artêşa Îsraîl, çendîn binke û damezraveyên Hûsiyên Yemenê li 3 Bajarên qiraxavî de kirine armanc ku enbar û cihê avêtina mûşek û dironên Hûsiyan bo ser Îsraîlê bûn, pêştir Artêşa Îsraîl xelkê wan deveran agehdar kiribû ku ji wir derkevin.

Roja Sêşemî 20ê Cozerdanê, Hêza deryayî û esmanî ya Artêşa Îsraîlê li operasyoneke hevpar û berfireh de, binke, navendên mûşekî, dironî û serbazî yên Hûsiyan li 3 bajarên Qiraxavî yên “Elhodeyde, Reis Îsa û El-Selîf” de kirine armanc û ji nav birine, ew êrîşane piştî agehdarkirina xelkê medenî yên wan bajaran hatine kirin.

“Awixay Adraî”, Berdevkê Artêşa Îsraîl li vê derheqê de ragihand: “Me li roja Dsûşemî 19ê Cozerdanê, xelkê wan deveran agehdar kir ku bo parastina canê xwe, bi lezgînî ji wan bajaran derkevin û heta agehdarkirineke din, xwe ji hatin bi wan deveran biparêzin”.

Kanala têlêvîzyoniya “El-Mesîre” ya Hûsiyên Yemenê, çendîn êrîşên esmanî bo ser bajarê Qiraxaviyê “Elhodeyde”yê piştrast kirin û Nûçegihanbiya El-Erebiye jî ragihand ku hêza deryayî û esmanî ya Artêşa Îsraîl, bi awayê hevpar ew  operasiyon bi rê ve birine.