
Ebas Kurkur, naskirî bi “Mucahid Kurkur” tevî ku malbata Kiyan Pîrfelek ew bi bêtawan nasdikir û rêjîma dîktatore Îranê bikujê Şehîd Kiyan ê kurê xwe dizanin, li dadgehên şanoyî yên rêjîmê de wek bikuj hate ragihandin û hate bidarvekirin.
Pêka raporên belavbûyî, Mucahid Kurkur, piştî binçavkiurinê li 25ê Xezelwera 1401, heyameke zêde li girtîgehên rêjîmê de hatibû bêserûşûnkirin û li wî heyamî de rastî îşkenceyên herî hovane û îtirafkirina bi zorê hatibû, li dadgehke şanoyî û nedadperwerane de bi tohmeta kuştina “Kiyan Pîrfelek” yek ji zarokên şehîdbûyî yê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, sizaya bidarvekirinê bi ser de hate sepandin û li 21ê Cozerdana 1404 de hate bidarvekirin.
Malbata şehîd “Kiyan Pîrfelek”, çendîn caran heta niha ragihandine ku Mucahid kesekî bê tawan e û rêjîm bi zanebûn vê tohmetê dêxe ustiyê wî.
Saziya Lêbihorîa navnetewî, bidarvekirina “Mucahid Kurkur” bi kiryarek “hovane û bi sam” û “binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê” binav kir.