Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên henga sînoriye rêjîmê li Newsûdê de bi îşkencekirinê kolberek birîndar kirin

11:51 - 1 Hezîran 2025

Kolberekî xelkê bajarê Merîwanê li encama lêdan û kutan û îşkencekirin ji aliyê hêzên hov ên henga sînorî ya rêjîmê li devera Newsûdê, birîndar bû.

Gorî raporan şeva Înê 9ê Cozerdanê, kolberek ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê “Omîd Muradî” ku bavê zarokekî ye, li xala sînorî ya “Dizawer”ê ser bi devera Newsûdê, rastî êrîşa hovaneya hêzên henga sînorî yên rêjîmê hat û li encama îşkencekirin, lêdan û kutanê, pêyek wî birîndar bûye.

Pêka rapora “Kolber News”ê hêzên hov ên henga sînorî bi dar û çomaqan ew kolber kutane û îşkence kirine.

Heyva derbasbûyî de jî hêzên henga sînorî ya rêjîmê li bajarê Newsûdê, 4 kolber ên xelkê gundê “Dişê” ser bi bajarê Pawê yên bi navên “Mihemed, Bêhrûz, Dilyar û Hisam” ku nasnavê wan nehatine belavkirin, bi awayekî hovane kutabûn û îşkence kiribûn ku bo nexweşxanê hatibûne veguhastin.

3 heyvan pêştir jî li vê xala sînorî de zarokekî kolber ê bi navê “Hêja Şîrî”, li encama lêdan û kutan û îşkencekirinê ji aliyê hêzên hov ên henga sînorî, pişta vî bi dijwarî birîndar bibû.