Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 60 hezar xwendevanan li parêzgeha Urmiyê, dest ji xwendinê berdane

11:46 - 12 Hezîran 2025

Berpirsê pewerde û hînkariya rêjîmê li parêzgeha Urmiyê daye zanîn ku 60 hezare xwendevanan dest ji xwedinê berdane ku 13 hezar ji wan ên qonaxa navendî û 46 hezar li qonaxa paşnavendî ne.

Birêveberê giştî yê perwerde û hînkariya rêjîmê li parêzgeha Urmiyê, li halekê de ku amara serast a destberdana xawendevanan ji xwendinê li vê pareêzgehê de gelek zêdetir ji 60 hezar xwendevanî ye îdia kir ku 59 hezar û 800 xwendevan li qonaxa navendî û paşnavendî de ji perwerde û hînkariyê pare mane û dest ji xwendinê berdane ku 13 hezar ji wan ên qonaxa navendî û 46 hezar jî li qonaxa paşnavendî ne.

Herwisa wî berpirsê rêjîmê sedema paremana wan xwendevanan ji xwendinê bi nebûna xwendingehên paşnavendî li gundan, nebûna xwest bo xwendinê, hejariya malbatan û tevlihevbûna kur û keçan li xwendingehan ve girê daye, lê li rastiyê de, hejariya rûbizêdebûna malbatan, kêmtirbûna dahat, cudatîdanînên bi zanebûn û tundûtîjiya mamostayan, destêverdana navendên ewlehî li xwendingehan, nebûna xwendingehên bi wec û hewce, bêhivîbûna xwendevanan ji xwendin û paşerojê, nebûna ewlehiya canî, hundirî û tendirûstî li xwendingehên rêjîmê, bi tenê beşek ji sedemên pareman û destberdana xwendevanan ji xwendinê ne.