
Tevê hemû alîkariyên malî bo zindîkirina gola Urmiyê û rêgirîkirin ji qeyrana mezin a hişkbûna gola Urmiyê, ew alîkarî ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve bo armancên rêjîmê ên wek geşedan bi terorîsmê tê xerc kirin.
Gola Urmiyê ber bi hişkbûna yelkcarî ve dîçe û beşa herî zêde ya ava li vê golê, çik bûye û av bi tenê li hinek kûrahiyên vê golê de maye û hekî ava hewce bo zindîkirina vê golê neyê dabînkirin, dê bi yekcarî ji nav here ku tevî paşhatên jîngehî, dê trajîdiya mirovî û jîngehî li pey xwe bîne ku hejmarek ji wan ên wek bagera xwê, li hinek cihan de dest pê kirine.
Heta niha Çendîn welatên cîhanê alîkariyên zêde yên malî bo vejandina vê golê bo rêjîma Îranê şandine ku yek ji wan, welatê Japonê ye ku alîkariyeke 690 milyon Yên ku zêdetir ji 4.6 milyon Dolar e, lê ew alîkariyên derve li destê spaha pasdaran a terorîst de ne û beşeke vê ji aliyê wan berpirsan ve bi hêcet û li jêr navên cuda de tê dizîn.
Herwisa ew alîkariyên derve bûne çavkaniyek bo rêjîma Îranê ku bo armancên geşedana tirorîsmê bikar tên.