Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp dibêje êdî min çi hiviyek bi danûstandina digel Îranê nemaye

11:55 - 12 Hezîran 2025

Li devedevê gera 6ê a rûniştina di navbera Amerîka û rêjîma Îranê de, serkomarê Amerîka roja derbasbûyî ragihand ku êdî çi hiviyek bi danûstandina bi gotûbêja digel rêjîma Îranê nemaye.

Donald Tiramp Serkomarê Amerîka ragihand: ku baverî bi rêkevtina digel Îranê ji nav çoye û nabe rêjîma Îranê heta Uraniyoma meyandî bo armanca aştîxwazane jî hebe.

Serkomarê Amerîka carekî din bi mukumî ragihand ku Îran dibe bi temamî dest ji heçî cure meyandina Uraniyomê bikêşe, û heta nabe Uraniyoma bi armanca aştîxwazane jî hebe.

Bi berçavgirtina wan gotinên Tiramp li derheq bêhivîbûna ji danûstandinan digel rêjîma Îranê, egera hindê heye ku gera 6ê a danûstandinê ku qirar bû roja Yêkşemiya bê li Mesqetê bi rê ve biçe, hilweşe û ev rûniştin çê ne be.

Di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de hem deshilatdarên Amerîka û hem deshilatdarên rêjîma Îranê gotin û daxûyaniyên tund û tûj li dijî hev du bikar tînin.

Dema ku danûstandinê di navbera herduk aliyan de destpêkirin, Tiram tenê 2 meh bo dema danûstandinê diyar kirin û ragihand di wan 2 mehan de yan dibe rêjîma Îranê şertên me qebûl bike, yan Amerîka dê rêka serbazî bigre bera xwe heta ku pêşya destpêregeheştina bi çeka Navokî bigre.

Belê wê pêkê her tişt bi dawî hatiye.