Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê tekezî dike ku dest ji meyandina Uraniyom bernade

11:57 - 12 Hezîran 2025

Tevî ku dora bê ya danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê hêj bi rê ve neçoye, axaftinên berpirsên rêjîma Îranê û tekeziya wan li ser meyandina Uraniyom, rapora Rafael Grossi û biryara Troîkaya Ewrûpa û helwîsta Amerîka, alozî zêde kiriye.

Pêka dawî rapor û nûçeyên belavbûyî, rêjîma Îranê idia dike ku bi ti awayek dest ji meyandina Uraniyomê bernade û ji aliyê din ve jî Amerîka yekem daxwaz û tekezî li ser nemana tevav a bernameya meyandina Uraniyomê ye û bi belavbûna rapora “Rafael Grossi” yê serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî, rêjîma Îranê xistiye nav tengasiyan.

Amerîka, Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî û Troîkaya Ewropayê, bernameya navkî ya rêjîm Îranê bi hewldanek bo berhemanîna çeka navkî dizanin û li vê derheqê de huşdarî dane rêjîma Îranê ku Uraniyoma meyandî bi tevavî ji nav bibe lê rêjîma Îranê li karê xwe berdewam e û rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî, bi çewt û bi pêka belgeyên Îsraîlî binav kiriye.

Li rewşek wiha de ku Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî û Amerîka hêviya wan bo gihîştin bi encamê û sekinadina bernameya meyandina Uraniyomê gelek kêm bûye, parekî zêde ji deshilatdarên Amerîka daxwazê ji Serkomarê wî welatî dikin ku desta ji danûstandinê bikêşe û êrîşê bike ser binkeyên Etomiye rêjîma Îranê.