
Serkomarê Amerîka rewşa Rojhilata Navîn bi metirsîdar binav kir û ragihand ku bûyerên girîng û metirsîdar dê li vê nawçê de biqewimin.
Li rewşek de ku 2 meh derfeta ku Amerîka dabû Îranê heta ku ji rêka danûstandinê ve pirsa navokiya Îranê çareser bikin û bigehne encamekê, Îro ev derfet bi dawî hat û çi encamek ji rûniştinan dest nekevt, bêhna qewmîna şer li nawçê de gelek zêde bûye.
Amerîka fermana çolkirina Balyozxanên xwe li Îraqê û Îmaratê da û herwisa hemê karmendên medenî û malbatên kardarên Balyozxanên xwe li çendîn welatên li derdora Îranê xwast ku hindî zû vegerne Amerîka.
Herwisa Fermandehiya hêzên hevbeş ên Amerîka li hemî binkên Serbazî li welatên Rojhilata Nawîn de kevtine haletê amadebaşiya tevav.
Nûçeya çolkirina balyozxaneya Amerîka li Bexdayê nîşana hindê ye ku ger Amerîka êrîşê jî neke ser binkên Etomiye rêjîma Îranê, ji hindê nîgerane ku li egera êrîşa nişkêve a Îsraîl bo ser Îranê, egera hindê heye ku Îran êrîşa mûşekî û tirorîstî bike ser binke û balyozxanên Amerîka.
Dewleta Îraqê nîgeraniya xwe ji wê rewşê da xuyakirin û hoşdarî da hemî milîsên girêdayî bi rêjîma Îranê li Îranê de, ku ji heçî kiryar û êrîşekê bo ser balyozxane û binkên Amerîka li Îraqê de xwe biparêzin.