
Li halekê de ku bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê li bajarên Kerec, Melayir, Şîraz û Zencanê de berdewam e, rêjîmê ji 1 heta 21ê Cozerdanê, zêdetir ji 111 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine.
Pêka dawî raporên belavbûyî, sibêdeha roja Çarşemî 21ê Cozerdanê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Mesûd Nasirî” xelkê bajarê Kirmaşanê û “Erdeşîr Sultanabadî” yê xelkê bajarê Kengawerê li girtîgeha Qizilhisar a Rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin, bi wî awayî rêjîmê li heyama 21 rojên derbasbûyî de zêdetir ji 111 girtî bidare vekirine.
Herwisa li roja Sêçemî 20ê Cozerdanê, “Ebas Nezerî” û li 18ê Cozerdanê de “Eyûb Semedî û Mucteba Tahirî”, li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin.
Li 20ê Cozerdanê , girtiyek ê bi navê “Mîrzamurad Rizayî”, welatiyê xelkê bajarê Kuhdeştê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê de hate bidarvekirin,.
Li 19ê Cozerdanê de jî girtiyek ê bi navê “Mistefa Hacîbabayî”, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Melayirê de hate bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo teperskirina zêdetir a netewên li Îranê bi Taybet “Kurd û Belûç” bi kar tîne.