Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanîkirin li mangirtina ajotvanan berdewam e

12:04 - 12 Hezîran 2025

Tevî hemû hewlên rêjîmê bo bêdengkirin û kêmrengkirina mangirtina ajotvan û xwediyê kamiyonan, piştevanîkirin li vê mangirtinê ji aliyê qatên dinê ve berdewam e û kedkarên pîşeyî, tevî lidarxistina kombûnên nerizayetî, piştevanî li vê mangirtina sernaserî kirin.

Li berdewamiya piştevanîkirina sendîkayên cur bi cur ên pîşeyî ji mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyên kamiyonan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, kedkarên pîşeyî yên meydana Neftî ya “Yadawer” a Xûzistanê û yekeya 14 a “Parsê Cinûbî” ya neft û gaza Îranê û herwisa kedkarên pîşeyî yên şirketa “Saypa” li parêzgeha Tewrêzê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û piştevanîkirina xwe li mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyên kamiyonan ragihandin.

Mangirtina seranserî ya ajotvan û xwediyê kamiyonan ku li zêdetir ji 165 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çoye, ji aliyê qatên cuda û herwisa sendîkayên cuda yên pîşeyî, ve piştevanî li wan tê kirin.

Kedkarên pîşeyî yên meydana Neftî ya “Yadawer” a Xûzistanê û yekeya 14 a Parsê Cinûbî ya neft û gaza Îranê û şirketa Saypa, daxwaza tevlîbûna zêdetir a sendîkayan û piştevanîkirina qatên cuda bi taybet kedkarên pîşeyî li mangirtina seranserî ya ajotvanan kirine û ragihandine ku hekî em bibin yek, em dê serbikevin.