Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Hukam, biryarnameya Troîkaya Ewropayê erê kir

12:33 - 12 Hezîran 2025

Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi 19ê dengên “ERÊ” û 3 dengên “NE” û 11 dengên Bêalî, biryarnameya pêşniyarkirî ya Troîkaya Ewropayê erê kir.

Roja Pêncşemî 22ê Cozerdanê, Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li kombûna dawî ya vê Şêwreyê de bi 19ê dengên “ERÊ”, 11 dengên “Bêalî” û 3 dengên “NE” yên welatên “Rûsiye, Çîn û Borkînafaso”yê , biryarnameya pêşniyarkirî ya Troîkaya Ewropayê li dijî bernameya navkî ya rêjîma îslamiya îranê, erê kir, ew yeka rê bo çalakkirina mikanîzma maşê bo ser rêjîmê xweş dike.

Welatên “Îtaliya, Arjantîn, Merakêş, Koreya Başûr, Japon, Gurcistan, Kanada, Ukrayn, Ekvador, Bêljîk, Australiya, Spaniya, Alman, Firanse, Birîtaniya, Amerîka, Lokzamborg, Holend û Kolombiya”yê dengê “ERÊ” bi vê biryarê dane.

Pêştir rêjîma Îranê gef xwaribû ku hekî Şêwreya Hukam biryarnameya pêşkêşkirî ya Troîkaya Ewropayê erê bike dê bertekê ji xwe nîşan bide.

Rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî, dide xuya ku bernameya navkî ya rêjîma Îranê aşîtîxwazne nîn e û piştî vê raporê, Şêwreya Hukam daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku bi lezgînî, hemû Uraniyoma meyandî ji nav bibe û navendên meyandinê dabixe ku rêjîma Îranê ew yek red kir û gef xwar ku dê bernameya xwe ya meyandina Uraniyomê bi armanca berhemanîna çeka navkî biguhere û li yekem pêngaw de dê santrîfiyûjên nû yên pêşkevtî bo meyandina zêdetir û lezgîntir, bi kar bîne.