Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê û siyaseta terorê

13:04 - 12 Hezîran 2025

N. Hesen Mukerem

Komara Îslamî ya Îranê bi kiryarên terorîstî, girtin, îdamkirin û tunekirinê li dijî neteweyên bê maf, bi taybetî Kurd û Baloch, tê nasîn.

Di heyama 45 salan de, li her qada siyasî, civakî û çandî de Kurd negeheşiye mafên xwe, û berdewam rastî siyaseta teror, girtin û îdam hatiye.

Parlamentoya Ewropayê jî IRGC (Spaha Pasdaran) bi sûçê tepeserkirina nerizayetî û xwenîşanderan, girtin û îdamkirina ciwanan wek sebebkarê komkujî û terorê destnîşan kir.

Girtin û îdamkirina Kurdan û neteweyên dinê ên bindest û bê maf wek Belûç, Ereb, Turkimen, Azerî û kêmaniyên dinê di siyaseta Îranê de cihê girîng hene, û gelek kes bi sedema şer, şîroveyên siyasî an jî bi sedemên mafparêzî hatine îdam kirin an girtin.

Di demê protestoyan de, gelek mafparêz û azadîxwaz, bi taybetî ji kêm neteweyan, hatine girtin û an jî hatine îdam kirin.

Rejîma Îranê bi îdam û girtinê dixwaze gelê kurd bifetisîne an tune bike herçend, tunekirina Kurdan û neteweyên kêm di siyaseta fermî ya Îranê de heye, ku mafên zimanî, çandî û siyasî yên wan hatine zeft kirin û rê wan hatine astengkirin.

Di warê çandî, ziman û azadîxwazî de mafê Kurdan bi siyaseta tunekirinê û terorîstî hatiye binpêkirin, bi wî away dixwaze kurdan tune bike û Gelek kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê li dijî Kurdan hene, ku di nav wan de:

• Qirkirin, kuştin û îdamkirin: Belge hene ku li Rojhilatê Kurdistanê rejîm bi şer, qirkirin, kuştin û îdamkirinê li dijî gelê Kurd dest pê kiriye, ku hemû zagon û qanûnên navneteweyî tê de binpê kirin.

• Koçberkirin û talan: Di çarçoveya siyaseta terorîstî de, Kurd bi zor hatine koçber kirin û mal û milkên wan hatine talan kirin

• Bêexlaqî û astengkirina mafên medenî: Rejîm bi kiryarên bêexlaqî, astengkirina mafên medenî û rênedana mafparêzî yên Kurd, terorê bi awayek fermî berdewam dike.

Ev belgeyan nîşan didin ku siyaseta terorê ya rejîma Îranê li dijî Kurdan, bi şêweyek planî û sistematîk, bi şiklên qirkirin, koçberkirin, kuştin û îdamê hatiye lidarxistin.

Rejîma Îranê mafxwaziya kurdan bi awayek terorîst tîne belgekirin, çimkî ew dixwaze her têkoşîn, daxwaz û xebata mafparêzî ya Kurdan wekî "terorîzm" nîşan bide, da ku:

• Daxwazên siyasî û mafparêzî yên Kurdan bêqedr û bêqanûn bibin: Bi vî rengî, her çalakî ya azadîxwazî an mafparêzî yên Kurd tê têkoşîna terorîstî ve girêdayî dike, da ku wan bi qanûn û zorê kontrol bike an tepeser bike.

• Çima dewleta dagîrker ya Îranê ev qas tirs û xof li kurdbûnê heye?

Ji ber ku têgihiştina maf û azadîyên Kurd dikare rewşa siyasî ya dewletê kirîzdar bike. Rejîma Îranê bi têgihiştina mafparêzî wekî terorîzm, dixwaze civaka Kurd hov nîşan bide û kontrol bike.

Wirda nakokiya siyasî û çandî jî heye: Siyaseta bindestiyê, cehda helandin û jinavbirin û tunekirina mafên zimanî û çandî yên Kurd, sedem dibe ku gelê Kurd zêdetir bi cezayên qirker û îdamê re rûberû bibin.

Ev faktorên siyasî, dîrokî, aborî û civakî, di bin siyaseta kontrolê û tirsandina rejîmê de, sedema zêdebûna îdamê di bajarên Rojhilatê de dikin.

Di dawiyê de

Kurdbûn dijware: Siyaseta terorê dibe sedema zêdebûna dijwariya kurdbûnê, lê di heman demê de, ev dijwarî dibe sedema xurtbûna têkoşîna mafparêzî û azadîxwaziyê.

Encama giştî ew e ku siyaseta îdam û girtinê ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê ve li bajarên Rojhlatê Kurdistanê de, herçend dixwaze mafên kurdan binpê bike û têkoşîna wan rawestîne, lê di rastiyê de dibe sedema zêdebûna hişyariya neteweyî, xebatên medenî û têkoşîna mafparêziyê di nav gelê kurd de.