
N. Eskender Ceiferî
Dewleta nû ya Almanya wate dewleta Merz ku ji aliyê CDU ve pêk hatiye, dijatiya biyaniyan dike. Lê ji bo Kurdan cuda ye.
Di heyamên derbasbûyî de bi awayekî fermî 3 saziyên ser bi dewleta Almanya, ji bo parastin û xwedîderketin li zimanê Kurdî dest bi xebat û çalakiyan kirin.
Ya yekem ev e ku zanîngeha Kurdî li bajarê Drêsdên ê Almanya tê vekirin. Ev ji zû ve xwesteka çalakvanên Kurd li Almanya bû. Çendîn salan kar jê re hat kirin heya zanîngeha vî bajarî xwe ji bo vê xebatê berhev kir.
Biryareke din ev e ku Tora ragihandina pirrengî li Almanya karî heya dawiya 2026 bûdceyê ji xwe re ji dewleta Almanya bistîne.. Berê jî vê torê karîbû ji bo du salan pere bistîne.
Herwisa biryar hate standin ku êdî xelk bikare bawernameya ajotinê bi zimanê Kurdî derxîne. Ev jî piştî daxwaza xelkê ji bo beşdarîkirin di ezmûnan de bi zimanê Kurdî derket rojevê û hate pejirandin.
Ev çend sal bûn ku hejmareke çalakvanên Kurd ji dewleta Almanya dixwastin vê biryarê bistîne û niha jî bi pejirandina biryara dayîna ezmûna bawernameya ajotinê bi zimanê Kurdî, deriyên mezintir ji bo zimanê Kurdî têne vekirin.
Ji bilî vê, dana pere ji bo projeyên bi zimanê Kurdî jî li Almanya berfireh bûye.
Li bajarê Drêsdênê yê Almanya zanîngeha Kurdî tê danîn lê belê Kurd li Kurdistanê ji hebûna zanîngeheke Kurdî bêpar in. Biryar e ev proje heya 2026 bê bicîkirin.
Herwisa biryar e tora bi navê Tora Pirrengî, heya dawiya sala 2026 xebatê bike û pişt re jî dibe ku careke din dewleta nû ya Almanya piştevaniya wê bike.
Belkî wek çawan faşîstên Tirk û Fars dijatiya danînna zimanê Kurdî ji bo Facebook û Google jî kiribûn, dijatiya van hewlên dewleta Almanya ji bo zimanê Kurdî bikin. Lê van saziyan biryara xwe standine û di karên xwe de jî, ji bo zimanê Kurdî berdewam in. Ew dibêjin, bi pirrengiya mirovan û pirojeyên bi vî rengî, em xwe û hevdu bihêz û xurt dikin û rê didin ew mijarên me zêdetir li ber dest bin
Di salên derbasbûyî de li Almanyayê toreke rgaihandinî bi piştevaniya dewletê hate ragihandin ku tê de zimanê Kurdî jî li kêleka zimanên hin neteweyên din cih digire. Navê wê, Tora ragihandinê ya pirrengî ye!
Vê torê di daxuyaniya xwe de ji xeynî zimanê Almanî, cih daye pênc zimanan ku Fransî, Erebî, Ingilîzî, Kurdî û Potrogalî li xwe digire.
Di daxuyaniya destpêkê ya karên vê torê de hatiye: Em çalakvanên ragihandinê bi pêşîneya koçberî yan jî penaberiyê ne û hertim hest bi rastgirî yan jî nijadperestî û newekheviyê dikin. Li ser me gelek tê axaftin lê belê ne bi me re. Em xelkê bi pirojeyên ragihandinî re li hev girê didin û dengê xwe hildidin û destêwerdanê dikin. Em bi perwerdekirin û lihevguhertina nerînan, hevdu xurt dikin. Emê bikarin ji bo her kesî toreke cûrbicûr û pirreng biafirînin.
Girîngiya vê torê ji bo Kurdan ev e ku zimanê Kurdî jî, li kêleke hin zimanan cih girtiye ku xwedî dewlet in û di asta navdewletî de jî têne bikaranîn.
Ew dixwazin civakeke pirreng li vir pêk bînin. Lê ji ber ku ev cara yekemîn e saziyek ku bi piştevaniya dewletê tê avakirin û li zimanê Kurdî jî xwedî derdiekve, Kurdên Almanyayê jî pêşwaziya wê dikin.
Erê, rast e û Ewrûpî dizanin êdî Kurd bûne beşek ji rastiya Rojhilata Navîn. Lewma jî ew Kurdan û zimanê wan, derbasî nav pirojeyên bi vî rengî dikin û dibêjin pirrengiya pêşîneya me, me derbasî nav rewşekê dike ku bi nerîneke cîhanî, lêkolînê li ser encamên niha, piroseya koçberî û penaberiyê û herwisa stratejiyên siyasî û netewî bikin. Û bikariin karên perwerdehiyê bikin. Me bi ekterên saziyên penaberan û hinek saziyên din ên civakî re pêwendiyeke baş heye ku piştevaniya me dikin.
Em vê torê weke odeyek ji bo hemû mirovan jî binav dikin ku dixwazin ezmûna xwe li ser kiryarên newekhevî parve bikin bêy ku rastî êrîşê bên yan jî li ser kesatiya xwe biaxivin.
Dawiya daxuyaniyê jî, wan basa perwerdekirina rojnamevanan kiriye û dibêjin, di riya vê torê re, em dikarin pêwîstiyên têknîkî, madî û rêkxistinî pêk bînin ji bo ku bi pêkhateyên cuda yên rojnamegeriyê hem hevdu perwerde bikin û hem jî bêne perwerdekirin. Bi vî awayî jî wê bi pirrengiya reftaran, karên me yên hevpar, hevbendiya me û lihevguhertina nerînan bi awayekî giştgir bihêz û xurt bibin.