
Şahî Erebistanê bi rêjîma Îranê huşdarî da ku hekî pêşniyara serkomarê Amerîka bo lihevkirina navkî erê neke, egera vê heye rastî êrîşa Îsraîlê bibe.
“Bin Selman”, Wezêrê Berevaniya Erebsiatnê peyameke “Selman bin Ebdulezîz”, şahê Erebistanê gihande Elî Xamineyî yê rêberê rêjîma Îranê, li vê peyamê de huşdarî bi Elî Xamineyî hatiye dan ku hekî danûstandinên navkî digel Amerîkayê negehe ti encamekê, egera vê heye Îsraîl êrîşê bike ser navendên navkî yên rêjîma Îranê.
Ev peyama li halekê de bo Elî xamineyî hatiye şandin ku Donald Trump li civînekê de ku Serokwezîrê Îsraîl, Binyamîn Netanhaho jî amade bû, îşare bi danûstandina rasterast digel rêjîma Îranê kiriye û pêka gotina çavkaniyên Erebî, serdana Wezîrê Berevaniya Erebistanê li Îranê bi armanca tekezî bi ser giringî û hestiyarbûna rewşê hatiye kirin.
Şahê Erebistanê li vê peyama xwe de tekezî kiriye ku Rojhilata Navîn taba aloziyên zêdetir nîne û bi beçavgirtina rewşa aloz li vê deverê, bo rêjîma Îranê baştir e ku merc û pêşniyarên Amerîkayê erê bike.
Heta niha rêjîma Îranê îdia kiriye ku berwajiyê daxwaziya Amerîka bo sekinandin û jinavçona tevav a bernameya meyandina Uraniyom û çendî navendên hestiyar ên navkî yên rêjîmê, dest ji meyandina Uraniyomê ber nade û bi hêla sor binav kiriye.
Ji aliyê din ve Îsraîl hemû amadekariyên xwe bo jinavbirina bername û navendên navkî yên rêjîma Îranê kirine û bi pêşniyara Donald Trump, ew êrîşa heta çend heftiyan ragirtiye.
Pêka gotina hinek çavkaniyan, Amerîkayê bi nihênî bi rêjîma Îranê ragihandiye ku heta 25ê Cozerdanê derfet heye ku bersiva dawî bi Amerîkayê bide û renge ew dawî derfet bo rêjîmê be.