
Piştî êrîşa berfireh û bê mînak a Îsraîl bo ser pitira fermandeyên payebilind ên spaha pasdaran û navendên curbicur ên serbaziya rêjîmê, Heyva Sor a rêjîmê li yekem daxuyaniya xwe de ragihand ku 60 xal li çendîn bajarên Îranê de bûne armanc.
Pêka vê daxuyanuyê, ew 60 xal li parêzgehên “Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, Hemedan, Tewrêz, Îsfehan, Têhran, Merkezî û Xûzistan”ê de bûne armanc.
Pêka vê rapora Heyva Sor a rêjîmê, hinek çavkaniyan jî bas ji êrîşkirin bo ser çendîn xal li bajarê Şêrazê de jî hatiye kirin.
li vê daxuyaniyê de daxwaz ji xelkê hatiye kirin ku hekî karek giring û hewce nebin, ji mala xwe neyêne der û ji girtina vîdyoyan ji cihên ku bûne armanc, xwe biparêzin
Her li vê derheqê de, malpera AXIOS bi pêka zanyariyên berpirsekî payebilind ê Îsraîl nivîsandiye: “Tevî êrîşa berfireh a hêza esmanî ya Îsraîl bo ser binkeyên curbicur ên rêjîmê, “Mûsad” li nav axa Îranî de şiyana mûşekî û sîstema berevaniya esmanî ya rêjîmê ji kar xistine.
Deng û rengê rêjîmê, bi armancgirtin a derdora palavtingeha Tewrêzê piştrast kiriye.
Herwisa Mecîd Ferşî, birîêveberê kontrolkirina qeyranên parêlzgeha Tewrêzê, bas ji kuştina 2 kes û birêîndarbûna 6 kesên din bi sedema êrîşên Îsraîl kiriye.
Herwisa “Reuters”ê belav kiriye ku zêdetir ji 20 fermandeyên payebilind ên serbazî yên rêjîmê li wan êrîşan de hatine kuştin.
Artêşa Îsraîl piştî wan êrîşan bi belavkirina daxuyaniyek fermî ragihand ku êrîşkirinên hûr û rêgirîker, li nav axa Îranê de dest pê kirine.